Li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê ya malbatên ku îdia dikin zarokên wan revandine çiyê dewam dike.
Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçera duh li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê bi îdiaya ku HDPyiyan zarokên wan revandine çiyê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin îro jî hatin ber avahiya HDPyê û xizmên wan jî piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê.
Aysel Bozkurta piştgiriyê dide çalakiyê û tê îdiakirin S. Çetînkayaya (17) xizmê wê revadine çiyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ji bona xizmê wê bê teslîmkirin çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.
Bozkurtê destnîşan kir naxwazin dilê dayîkên din jî bişewite û wiha got: "Em naxwazin dayîk cinazeyên zarokên xwe ji morgan hildin û kêlikên mezelên wan himbêz bikin. Loma jî em çalakiya rûniştinê dikin."
Aysel Bozkurtê diyar kir heta encamekê hildin wê çalakiya xwe bidomînin û wiha axivî: "Bira malbatên din jî dengê xwe derxin. Em zarokên xwe nekin qurbana kesî. Li zarokên xwe xwedî derkevin ku nekevin destê kesî. Kezeba me dişewite. Helbet em ê werin vir, lewra HDPyê zarokên me şandine. Kurê apê min endamê şaxa ciwanan ya vê partiyê bû. Her roj tevlî çalakiyan dibû û loma jî şandin. Jixwe apê min jî betal e. Ji wî wetirê kurê wî ji bona xebatê yan jî mêvandariyê hatiye Diyarbekirê. Lê heta êvarê li vir bû û bi şev û bi roj li partiyê bû."AA