“Em zordariyên ji bo S-400î qebûl nakin”

Wezîrên Karên Derve ya G-20ê li Nagoyaya Japonyê civiyan.

“Em zordariyên ji bo S-400î qebûl nakin”

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu, helwesta Tirkiyê ya di meseleya s-400î de careke din, bi awayekî zelal biêv kir. Çavuşoğlu got; “em dixwazin hemû pirsgirêkan bi muzakereyan çareser bikin. Lê em zordariyan bi tu awayî qebûl nakin.” Çavuşoğlu ji bo civîna Wezîrên Karên Derve yên g20ê çû Japonyê. Wezîr li wê derê beşdarî civînên muhîm bû.

Wezîrên Karên Derve ya G-20ê li Nagoyaya Japonyê civiyan.

Wezîr beriya civînê ji bo wênegirtinê hatin ba hev.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu piştî civînê daxuyanî da çapameniyê.

Diyar kir ku S-400 ji bo Tirkiyê meseleyeke gelekî muhîm e û got; “di vê meseleyê de em zordariyan qebûl nakin.”

Wezî Çavuşoğlu: “Ligel Emerîkayê an jî dewletên din, em her tim dixwazin pirsgirêkan bi dîplomasiyê biqedînin û li hev bikin. Lê em bi tu awayî zordariyan qebûl nakin. Em nahêlin mudaxaleyî îradeya me bikin. Kî û kîjan dewlet dibe bila bibe em qebûl nakin. Heke rêzê li hebûn û îradeyê bigirin, em li ser her mijarê bipeyîvin her wext. “

Wezîrên Karên Derve Çavuşoğlu got, Tirkiye û Japonyê ji xeynî hin berheman di tîcaretê de li hev kir, bazirganiya her du dewletan wê bi awayekî baş zêde bibe.

Çavuşoğlu mizgîniyek jî da welatiyên me yên ku li Japonyê dijîn.

Got; ji bo ehliyeta wesayîdan êdî hewce nake welatî werin Tirkiyê, dikarin ji vê û bi şûn ve li Japonyê ehliyetê bistînin.

Mevlüt Çavuşoğlu li Japonyê bi wezîrê karên derve yê Îngilistanê Tariq Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Stef Blok re jî rûnişt.

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE