Emel Adraya neviya Siltan Ebdilhemîd ji Serok Erdogan ra nameya sipasiyê şand

Emel Adraya neviya Siltan Ebdilhemîd ji Serok Erdogan ra nameya sipasiyê şand

Emel Adraya ji nifşa 4an neviya Siltan Ebdilhemîd li Beyrûtê bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ket û bi navbeykariya Tirkiyeyê nexweşxaneya lê dihat dermankirin hat guherandin û gihîşt siheta xwe. Adrayê ji bo vê ji Serok Recep Tayyîp Erdogan ra nameya sipasiyê şand.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku ji bo dermankirina Adraya li Beyrûtê bi Kovîd-19ê ket Tirkiye ket dewreyê. Nexweşxaneya lê dihat dermankirin hat guherandin û kêlî bi kêlî dermankirina Adrayê hat teqîbkirin. Adraya ku pak bû ji Serok Recep Tayyîp Erdogan ra nameya sipasiyê şand û wiha got:

"Piştî ku bi Kovîd-19ê ketim li Nexweşxaneya Amerîkan a Beyrûtê piraniya wê li beşa nexweşiyên giran di navbera 14ê tebaxê û 19ê îlona 2020î da hatim dermankirin. Ji bo piştevaniya di vê pêvajoyê da we da min ez sipasdar im. Em li xerîbiyê ne ligel vê eleqeya ku şexsê we û dewletê nîşan da ji bo me rûmet e. Piştî sirgûnê cîgirtina di dilan da ji bo min rûmet e. Ji ber piştgiriya di vê pêvajoyê da dan di min serî da ji malbate we, Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Yavuz Selîm Kiranê Alîkarê Wezîrê Karên Derva, Hakan Çakilê Balyozê Beyrûtê, Dîdem Buyukarslana Konsolos û Joyce Hedada Sekretera Balyoz ra sipas dikim. Wekî ku Pêxemberê me kerem kiriye 'Kesên ji merivan ra sipas nekin ji Xwedê ra jî şikurê nakin'. Min dixwest bi destxeta xwe nameyê binivîsim lêbelê hingî ji nexweşxaneyê derketibûn destê min ê rastê nedixebitî. Ji ber vê jî min name dereng nivîsî. Em ji bo serkeftina we dia dikin. Xwedê we ji serê me kêm neke. Bi mihemet û rêzdarî we selam dikim. Emanetî Xwedê bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE