Emîne Erdogan dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Emîne Erdogana xanima Serok Recep Tayyîp Erdogan dayikên Diyarbekirê ziyaret kir ku ji bona zarokên wan yên revandine çiyê li ber avahiya Serokatiya Diyarbekirê ya HDPyê çalakiya rûniştinê didomînin.

Emîne Erdogan dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Emîne Erdogana xanima Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo piştgiriyê dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên wan yên revandine çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşînin ziyaret kirin.

Ziyaretên piştgiriyê yên ji bo dayikên Diyarbekirê yên wekî revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin û di 3yê îlonê da li pêşiya avahiya serokatiya partiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin dewam dikin. Emîne Erdoganê bi Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetinê Civakî Zehra Zumrut Selçukê ra hat pêşiya avahiya bajêr a HDPyê bi malbatên ji bo zarokên xwe çalakiya rûniştinê didomînin ra yekoyeko axivî. Erdoganê destê dayîkan girt û di dema ziyaretê da hestiyar bûn.

- "Înşallah lingê we xêr be û em bigihêjin ewladên xwe"

Dayikan ji Erdoganê ra gotin "Înşallah lingê we xêr be û em bigihêjin ewladên xwe."

Emîne Erdoganê jî ji malbatan ra wiha got: "Ez ji dil û can bawer dikim ku dilê dayikan wê hêza terorê jî, zilma çekan jî wê têk bibe. Ya ku hûn li vir dikin şoreş e. Şoreşa rastîn hûn dikin. Dayik vê pirsgirêkê wê dawî bikin."

Dayikan wêneyên zarokên xwe nîşanî Emîne Erdoganê dan, behsa hesret û berîkirina ewladên xwe kirin.

Erdoganê yek bi yek dayik hembêz kirin, li ber dilê wan da hat û piştgiriya xwe nîşan da.

Erdoganê bi Suheyla Demira ku ji bo qîza xwe Hayalê ya 5 sal berê ji Agiriyê revandine çiyê hatiye Diyarbekirê ra axivî, qîza wê Asmînê ya temenê wê sal û nîvek e jî hilda hembêza xwe û pê ra şabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE