Emrê xwe ji bo xwendekar û nexweşên xwe derbas kir

Pisporê Daxiliyeyê Prof. Dr. Cemil Taşcioglu ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da.

Emrê xwe ji bo xwendekar û nexweşên xwe derbas kir

Prof. Dr. Cemil Taşcioglu ku emrê xwe hemû ji bo xwendekar û nexweşên xwe derbas kir, li Tirkiyeyê bû hekîmê yekemîn ku ji ber vîrusa koronayê mir.

Taşçioglu ku di heman demê da ew kes bû ku weqaya yekemîn a Kovîd-19ê ya li Tirkiyeyê tesbît kir, 16ê adarê ji ber giliyên agir, kuxik û tengasiya nefeshildanê li Fakulteya Tibê Stenbolê ya Zanîngeha Stenbolê (ÎU) ku bi salan bû lê dixebitî, hat razandin.

Prof. Dr. Taşçioglu piştî ku rewşa wî giran bû, 18ê adarê rakirin unîteya nexweşên giran û bi cihazê nefeshildanê hat girêdan.

Taşçiogluyê ku tedawiya wî bi destê lijneyeke ku gelek hekîm beşdar bûn dihat kirin, ligel hemû midaxeleyan xilas nebû û 1ê nîsanê serî danî.

"Mamosteyê mamosteyan"

Prof. Dr. Cemil Taşcioglu ku hem ji hêla xwendekarên xwe û hem jî ji hêla nexweşên xwe zehf dihat hezkirin, sala 1952yan li Rîzeyê hat dinyayê.

Taşçioglu piştî ku Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê kuta kir, xizmeta xwe ya mecbûrî li Şanliurfayê temam kir.

Taşçioglu dû ra vegeriya Fakulteya Tibê ya Stenbolê ya ÎUyê û pêşiyê bû Pisporê Nexweşiyên Hinavî, dû ra bû Doçent û herî dawî jî bû Profesor.

Taşçiogluyê ku ji hêla hevalên xwe yên nêzîk ên xebatê wekî "dara hezar salî ku ji asîstan bigire heya xwendekaran herkes jê hez dike" dihat tewsîfkirin, digel ku teqawidiya wî hatibû jî, lêbelê ji bo ku dest ji pîşeyê xwe û nexweşên xwe nekişîne, peywira xwe domand.

Taşçioglu ku li Fakulteya Tibê ya Stenbolê hem nexweş miane dikirin û hem jî ders dida xwendekaran, sûdeke girîng jî da qada daxiliyeyê.

Taşçiogluyê ku di vî warî da gelek berhemên nivîskî jî li pey xwe hiştin, zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE