Encama tevdîrên ji bo masiyên Wanê

Îsal tevdîr zêde bûn, niha bi milyaran çêlikên masiyan hene

Encama tevdîrên ji bo masiyên Wanê

Di Behra Wanê de bi milyonan çêlikên masiyan hene.

Ev dîmen li Erdîşa Wanê hatin girtin…

Masiyên Wanê di meha Nîsanê de ber bi qeraxan ve diçin û hêkan dikin.

Piştî demekê jî ji hêkan ferxik derdikevin.

Beriya çend salan ji ber masîgirtina zêde, qirêjî û gemarê ferxik gelekî kêm bûbûn.

Lê li hawirdora Behra Wanê gelek tevdir hatin girtin û gemar jî hat paqijkirin.

Bi xêra vê yekê îsal bi milyaran çêlikên masiyan hene.

Pispor dibêjin ku 14 hezar kes bi masiyên Behra Wanê debara xwe dikin. Heger li gorî qaîdeyan werin girtin, masî têra gelek merivên din jî dikin.

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE