Encamên leşkeriyê diyar bûn

Yên dixwazin dikarin li ser e-Dewletê encaman bibinin

Encamên leşkeriyê diyar bûn

Navên kesên ku wê îsal wezîfeya leşkeriyê bikin diyar bûn. encam li ser e-dewletê û şûbeyên leşkeriyê ne.

Wezareta Parastinê encamên kesên ku wê biçin leşkeriyê yên mehên çile, sibat û adarê diyar kirin. Lîsteya kesên ku dê wek serbazê yedek, serpel û esker leşkeriyê bikin hat weşandin.

Hemû encam li ser e-dewletê ne. Ji bilî vê lîste wê li şûbeyên leşkeriyê jî bên daliqandin.

Namzedên serbaziya yedek û serpeliya yedek wê di 30ê çileyê de sewqî yekîneyên xwe bibin. Er û erbaş jî wê di 30ê çileyê de teslîmî yekîneyên xwe bibin.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2020, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE