Endamê DEAŞa rêxistina terorê yê bi bultena sor lê digeriyan hat qefaltin

Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê Enqereyê B.A.yê endamê DEAŞa rêxistina terorê yê bi bultena sor lê digeriyan bi nasnameya sexte qefaltin.

Endamê DEAŞa rêxistina terorê yê bi bultena sor lê digeriyan hat qefaltin

 Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê Enqereyê B.A.yê endamê DEAŞa rêxistina terorê yê ku bi bultena sor lê digeriyan, bi nasnameya sexte li Enqereyê qefaltin.

Li gor agahiyên hat hildan B.Ayê ku di sala 2013an da ji Qazaxistanê çûye Sûriyeyê, tevlî DEAŞa rêxistina terorê bûye, li eniyên şer ên rêxistinê şer kiriye û ji hêla lojîstikê va jî alîkariya kesên xwestine tevlî rêxistinê bibin, kiriye û xeber hat hildan ku ew bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûye.

Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê tespît kir ku ew ê bi texsiya korsan bê Enqereyê û ji Hatayê dan pey wî.

Texsiya korsan a ku B.A tê da bû dema nêzî Enqereyê bû biryara operasyonê hat dayîn.

Ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê Enqereyê B.A.yê endamê DEAŞa rêxistina terorê yê ku bi bultena sor lê digeriyan, bi nasnameya sexte ya ser navê Î.A. hatibû çêkirin û şofêrê texsiyê M.Y qefaltin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE