Endamê YNKê Esesert: Hikûmeteke bê YNK bi ser nakeve

Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Esesert daxuyanî da Beşa Kurmancî ya Radyoya Dengê Amerîkayê û li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû hin nirxandin kirin.

Endamê YNKê Esesert: Hikûmeteke bê YNK bi ser nakeve

Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ferîd Esesert got ku eger ew di rêveberiya Herêma Kurdistanê cî negirin, hikûmeta nû nikare herêmê bi rê ve bibe.

Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Esesert daxuyanî da Beşa Kurmancî ya Radyoya Dengê Amerîkayê û li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû hin nirxandin kirin.

Esesert got ku eger ew di rêvebiriya hikûmeta li herêma ya nû da cî negirin ew ê derbasî mixafeletê bibin û îdia kir wê çaxê jî hikûmet nikare bi ser keve.

Esesert got ku xebatên bona avakirina hikûmetê dewam dikin û ew jî piştgiriyê didin û wiha axivî: 

"Ji bo piştgiriya ku em didin berdewam bike divê PDK nêrîna xwe ya hemberî da me biguherîne. Eger YNK di hikûmetê nû de cî negire û derbasî mixalefetê bibe wê çaxê hikûmet nikarê herêmê bi rê ve bibe."

Esesert diyar kir ku wan ji bo serokatî û serokwezîrtiya Herêmê Kurdistanê piştgirî daye PDKyê û lê divê ew jî di hikûmeta nû da cî bigirin. 

- Hilbijartina parlamenteriyê ya Herêma Kurdistana Iraqê û reqabeta di navbera PDK û YNKyê da

Li gor encamên hilbijartina parlamenteriyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ku di 30ê îlonê da hat kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45 parlamenterî qezenc kiribû û bûbû partiya yekemîn. Partiya Celal Talabaniyê Serokomarê Iraqê yê berê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) 21 parlamanterî qezenc kiribû û bûbû partiya duyemîn. 

Di hilbijartinê da Tevgera Goranê 12, Tevgera Nifşa Nû 8, Partiya Civata Îslamî (Komel) 7 û Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) jî 7 parlamenter qezenc kiribûn. 

PDKyê di avakirina hikûmetên berê da YNK hevkarekî "stratejîk" qebû dikir û bi hev ra hikûmet ava dikirin û wezaret û meqamên îdarî yên din parve dikirin. 

Ev demek e di navbera PDK û YNKyê da hin pirsgirêk hene û wekî berê bi hev ra hereket nakin. 

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî hefteya çûyî li Duhokê beşdarî bernameyekê bû û got di rêveberiya herêma Kurdistanê êdî mîna berê "nîvenîv" tu îtifaq nayên kirin û hemû teref wê li gorî rayên xwe di hikûmetê nû da cî bigirin. 

Dîroka nûkirinê: 19 Kanûn 2018, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE