Endamên Komeleya Aktîvîstên Gola Vanê yên bi dirûşmeya "Bila Gola Vanê Qirêj Nebe, Şîn Bimîne" ji Vanê rê ketibûn gihîştin Ankarayê.
20 aktîvîstên duçerxî ajotin di 12 rojan da gihîştin Ankarayê û li ber Peykerê Ataturk ê li Ulusê kom bûn.
Serokê Komeleya Aktîvîstên Gola Vanê Erdogan Ozel li vir daxuyand ew dixwazin Gola Vanê paqij û şîn bimîne.
Ozel got ew dixwazin balê bikşînin qirêjiya der û dora Gola Vanê û wiha axivî: "Ji ber ku hewzeya Gola Vanê girtiye, her roj zêdetir qirêj dibe. Me jî xwest em rê li ber vê bigirin, balê bikşînin. Em ji Vanê rê ketin û me 1200 kîlomêtro duçerxî ajot. Em dixwazin vê daxwaza xwe bigîhinin rayedaran. Armanca me ew e ku em rojevê zindî bihêlin, vê dewlemendiya xwezayî, qîmeta wê ya bêhempa bi awayekî şîn û paqij bigîhinin dahatûyê û zarokên me."
AA