Endamên nû yên Dadgeha Bilind û Şûraya Dewletê

Di Rojnameya Fermî da biryara Lijneya Giştî ya Dadger û Dozgeran a ku ji bo hilbijartina 8 endamên Dadgeha Bilind û 3 endamên Şûraya Dewletê hatibû dayîn, weşiya. 

Li gor biryarê ji bo Dadgeha Bilind, Dozgerê Komarêyê Dadgeha Bilind Remzî Dogan, Midûrê Giştî yê Karên Ceza yên Wezareta Dadê Aytekin Sakarya, Serokê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Faruk Şener, Wekîlê serdozgerê Enqereyê Ramazan Dînç, Serokê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Ahmet Nazmî Alp, Dadgerê Enqereyê Alî Ramazan Bîlgîsîçok, Serokê Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê Ahmet Turan Oral û Serokê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê Oguz Dîk wek endamên nû hatin hilbijartin.

Ji bo endamtiya Şûraya Dewletê jî Dozgera Şûraya Dewletê Zuhal Oztaş, Serokê Dadgeha Bacê ya Enqereyê Tekîn Yalim û Serokê Dadgeha Îdareya Herêma Konyayê Kemal Kuku wek endamên nû hatin hilbijartin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE