'Endustriya Îslamofobiyê, Îslamê wek çavkaniya tundî û rêxistinên terorî nîşan dide"

Li ser vexwendina Serokê Karên Diyanetê Profesor Dixtor Elî Erbaş, li Mekê “Civîna Cejnê ya Serokên Organîzasyonên Hecê” hat lidarxistin.

'Endustriya Îslamofobiyê, Îslamê wek çavkaniya tundî û rêxistinên terorî nîşan dide"

Serokên organîzsayonên hecê yên welatên misilman, bi mazûvaniya serokatiya karên diyanetê, li mekê civiyan. Serokê karên Diyanetê Profesor Dixtor Ali Erbaş di civînê de got, divê em li dijî îslamofobî û rêxistinên terorî micadele bikin.

Li ser vexwendina Serokê Karên Diyanetê Profesor Dixtor Elî Erbaş, li Mekê “Civîna Cejnê ya Serokên Organîzasyonên Hecê” hat lidarxistin.

Ji 40 welatan nûner hatin bernameyê.

Erbaş di axaftina xwe de got, divê li dijî Îslamofobî û rêxistinên terorî têkoşîn dewam bike.

Serokê Karên Diyanetê prof. Dr. Ali Erbaş: ”Endustriya Îslamofobiyê, Îslamê wek çavkaniya tundî û rêxistinên terorî nîşan dide. Divê em li dijî vê yekê têbikoşin. Her wiha lazim e em li dijî wan rêxistinên terorî têbikoşin; ew, nirx û têgihên pîroz ên dînê Îslamê îstîsmar dikin, zirara herî mezin ew didin yekîtiya me. Ew rêxistinên terorî, taşeronên projeyên kurewî yên şerên hêz û îqtidarê ne.”

Her wiha Erbaş bilêv kir ku civaka Îslamê niha hewceyî yekitî û pevrebûnê ye.

Serokê Diyanetê got hewce ye tecrûbe werin gotin û divê perwerdeya olî ya hevpar were xurtkirin.

Dîsa di civînê de li ser pirsgirêkên civaka Îslamê û çareseriyan jî hat xeberdan.

Dîroka nûkirinê: 24 Tebax 2018, 14:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE