Berdevkê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Mihemed Saman xwest ku dibistanên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên li welêt werin girtin.
Saman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bang kir ku dibistanên FETOyê yên li Iraqê, bi taybetî yên ku li Kerkûkê fealieyetê dikin, werin girtin.
Saman bal kişand ku bi salan e dibistanên FETOyê li navenda bajêr a Kerkûkê avahiyên girîng dixebitinîn, divê ev avahî ji bo dibistanên Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Iraqê werin texsîskirin.
Saman destnîşan kir ku divê dibistanên rêxistina terorê an bi wezaretê va werin girêdan an jî werin girtin, ev şert e.
Saman daxuyand ku divê mifredat, rê û rêbaza dersên van dibistanan werin kontrolkirin, lê ji bo kontrolê jî divê ev dibistan bi Wezareta Perwerdeya Neteweyî va werin girêdan.AA