Enstrûmanên bi dar, satil û kaseyan çêkirine va xeyalên xwe pêk anîn

Li Yuksekovayê 6 xwendekarên bi dar, satil û kaseyan va enstrûman çêkirine bi saya van konseran didin

Enstrûmanên bi dar, satil û kaseyan çêkirine va xeyalên xwe pêk anîn

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê 6 xwendekarên ji muzîkê hez dikin hatin bal hevdu û enstrûmanên bi xwe çêkirinê va konseran didin.

Xwendekarên pola 7an a Dibistana Navîn a Guvenliyê Bulut Altekîn, Uygar Safali, Cesur Aslan, Cevdet Baran, Enes Cîndal û Eşref Olmez ên li bajaroka Esendereyê dijîn bi dar, texte, kase, vêdrokên plastîk va ji xwe ra org, mîkrofon, darbuka, gîtar û hoparlor çêkirin.

Bi saya van enstrûmanan xwendekar stranan dibêjin, konseran didin, heval mamoste û midûrê wan jî piştgiriyê didin wan.

 "Heke me bi ya rastîn va çêkira em ê kêfxweştir bûbûna"

Cesur Aslanê gîtarê dixe got wî di televizyonê da gîtar dîtiye û ji xwe ra bi texteyan va gîtarek çêkiriye.

Aslan got ew ji muzîkê gelekî hez dike û wiha axivî: "Min xwest ez gîtara xwe wek ya di televizyonê da çêbikim. Ez û hevalên min em hatin bal hevdu û me bi dar û texteyan va gîtar çêkir. Me xeyala xwe bi van va pêk anî. Heke me bi ya rastîn va çêkira em ê kêfxweştir bûbûna."

Cevdet Bayê ku bi daran va org çêkiriye jî got bi alîkariya hevalan wî orga xwe çêkiriye û wiha axivî: "Dema me anî dibistanê mamosteyên me pir kêfxweş bûn. Em konserê didin hevalên xwe, em stranên ku em jê hez dikin dibêjin."

 "Xwendekaran xwest ku ew tiştên di xeyala wan da heye bikin"

Umît Çîftçiyê Midûrê Dibistanê yê ku piştgiriyê dide xwendekaran jî anî ziman ew li dû xeyalên xwe diçin û wiha dewam kir: "Van zarokan tişta ku min dizanibû, lê demeke min ji bîr kiribû anîn bîra min. Bi her tiştî va mirov dikare kêfxweş bibe. Xwendekaran xwest ku ew tiştên di xeyala wan da heye bikin, lê ji bo me ji wê zêdetir kirin. Nîşanî me dan ku divê mirov gilî û gazinan neke, nîşanî me dan ku mirov nikare bibe xwediyê her tiştî û hêza fikran nîşanî me dan."

Çîftçî got xwendekar bi konserên didin va li dibistanê bûne maskotên dibîstanê û anî ziman ew ê her tim piştgiriyê bide wan.AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE