Bi Hevkariya şaredariyên wan û erdîşê ji bo pêşxistina çandinî û heywandariyê projeyek hat destpêkirin. di çarçoveya projeyê de erdên beyar ji çandiniyê re tên vekirin.
Şaredariya Wanê bi hevkariya Şaredariya Erdîşê ji bo pêşxistina çandinî û heywandariyê projeyek da destpêkirin.
Xebatkarên şaredariyê di çarçoveya projeyê de riyên zeviyan vedikin, kanalên avê tamîr dikin.
Qeymeqam û Cîgirşaredarê Erdîşê Dr. Nuri Mehmetbeyoğlu xebat kontrol kirin.
Qeymeqamê Ercişê Dr. Nuri̇ Mehmetbeyoğlu: em bi van xebatan piştgiriyê didin çandinî û heywandariyê. me heta niha 35 kîlometre riyên zeviyan vekir, 55 kîlometre kanal paqij kir û 30 kîlometre jî tamîr kir.
Welatiyan ji bo van xizmetan sipasî rayedaran kir.
Şardarî plan dike zeviyên ku heta niha nehatine bikaranîn ji çandiniyê re veke.