Erbaş li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê xutbe da

Erbaş li Mizgefta Mezin a li Sûra navçeya navend xutbeya bi navê "Meriv bi îmanê mezin dibe" da û got Xwedê Teala nîmetên însan nikare bijmêre daye însanan lêbelê ya ji van nîmetan qîmetdartir jî îman e.

Erbaş li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê xutbe da

Alî Erbaşê Serokê Karûbarên Diyanetê diyar kir ku kêfxweşiya dinya û axîretê ew ê bibe nesîbê mumînên ji Rebê xwe ra îtaetê dikin, guh didin esasên îmanê, îbadetên xwe bi îxlas dikin û ji exlaqê baş dev bernadin.

Erbaş li Mizgefta Mezin a li Sûra navçeya navend xutbeya bi navê "Meriv bi îmanê mezin dibe" da û got Xwedê Teala nîmetên însan nikare bijmêre daye însanan lêbelê ya ji van nîmetan qîmetdartir jî îman e.

Erbaş got ji bo îman di dilê merivan da cî bigre dibê merivwê bijî û wiha pê da çû: "Di em hewl bidin ku baweriya xwe bijîn û bidin jiyandin. Em baldar bin û hemû zindî û heywan ji me emîn bin. Heqê qulan û dewletê, malê êtîman mihefeze bikin. Hezkirin û rêzê nîşanî dora xwe bidin. Dema rindiyekî dikin şa bibin û şikur bikinî dema nerindiyekî dikin jî tobe bikin. Ji bîr nekin ku kêfxweşiya dinya û axîretê ew ê bibe nesîbê mumînên ji Rebê xwe ra îtaetê dikin, guh didin esasên îmanê, îbadetên xwe bi îxlas dikin û ji exlaqê baş dev bernadin..

Erbaş piştî xutbeyê dia kir û nimêja înê da kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE