Erbaş: Şewb heye, israra nimêja bi cimeatê ne caîz e

Erbaş: Divê em siheta insanan nexin talûkeyê, ev li misilmaniyê nayê

Erbaş: Şewb heye, israra nimêja bi cimeatê ne caîz e

Serokatiya karên diyanetê li dijî koronavîrûsê hin tevdîr girtibûn. Di vê çarçoveyê de wê îro wextê xutbê mizgeft girtî bin û nimêja înê neyê kirin. Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş bal kişand ku biryar li gorî hedîs û dîroka îslamê hatiye dayîn. Erbaş got: dema şewbek hebe nimêja bi cimeatê ne caîz e.

Erbaş : Binpêkirina biryara ji bo şewbê wê bibe sedema nexweşiya gel û mirovan. Ev binpêkirin şaşî ye û ji bo siheta civatê wê bibe gefeke mezin. Ev guneheke mezin e. Ji bo vê jî gunehê xelkê nexin stûyê xwe. Ji bo vê jî divê em li gorî biryarê tevbigerin. Israrkirina ji bo xutbê û nimêja bi cimeatê re jî ne caîz e.Ger em hay ji xwe nebin, hay ji paqijiya xwe nebin û siheta mirovan têxin talûkê ev ne li gorî qeydên Misilmaniyê ye. Êdi nebêjin; "Tiştek ji min nabe!, Di bext û qedera me de hebe wê bibe… " Divê mumînek  tevdîrên xwe bigre û li dijî vê îmtihanê çi bikeve ser milê wî bike.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2020, 18:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE