Erdhejê herî zêde jî tesîr li wan kir

Midûriya Ewlekariyê ya Elazığê ji bo zarokan surprîzek kir

Erdhejê herî zêde jî tesîr li wan kir

Midûriya ewlekariyê ya Elazığê ji bo zarokên ku di erdhejê de mexdûr bûne, surprîzek kir. Polîsan 100 zarok birin berber pora wan dan çêkirin û mont diyariyê wan kirin.

Erdheja Elazığê herî zêde jî tesîr li zarokan kir.

Malbat û nasên hinekan di bin kavilan de can dan. Niha gelek ji wan bêmal in û li konbajêr dijîn.

Polîsên Elazığê ji bo dilê wan zarokan şa bibe surprîzek kirin.

100 zarok birin berber û porên wan dan çêkirin.

Ji bo di vê sir û sermayê de necemidin jî mont diyariyê wan kirin.

Belkî êşa wan nade jibîrkirin, lê bi vê qenciyê piçek be jî kêfa wan hat û êdî wê necemidin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE