Erdheja bi lerza 5,4an a li Wanê

Erdheja bi lerza 5,4an ku li Ozalpa navçeya Wanê çêbû, li Taxa Elaçmaz a navçeya Gurpinarê jî di hin malan da bû sedema çêbûna xesarê.

Erdheja bi lerza 5,4an a li Wanê

Erdheja bi lerza 5,4an ku li Ozalpa navçeya Wanê çêbû, li Taxa Elaçmaz a navçeya Gurpinarê jî di hin malan da bû sedema çêbûna xesarê.

Li Wanê li ciyên ku erdheja di saet 13.03yan da tesîr lê kir, xebatên tesbîtkirina xesarê didomin.

Li Taxa Elaçmazê ku 84 kîlometre dûrî navçeya Gurpinarê jî di gelek mal û goman da xesar çêbû.

Li taxa ku kesek sivik birîndar bû, ekîbên Cendirme, AFAD, Îtfaiye, şaredarî û tenduristiyê tedbîrên ewlekariyê sitandin û xebitîn.

Amîriya Koma Navçeya Ozalpê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin jî li ciyên xesarçêbûyî, alîkarî da xebatên rakirina kavilan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE