Erdheja li Malatyayê

Li gor daxuyaniya li ser malpera AFADê hat dayîn li Puturgeya navçeya Malatyayê di saet 11.27an da bi mezinahiya 4.7an erdhej çêbû.

Erdheja li Malatyayê

Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand li Puturgeya navçeya Malatyayê bi mezinahiya 4.7an erdhej çêbû.

Li gor daxuyaniya li ser malpera AFADê hat dayîn li Puturgeya navçeya Malatyayê di saet 11.27an da bi mezinahiya 4.7an erdhej çêbû.

Hat diyarkirin erdhej 6,94 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.

Waliyê Malatyayê Aydin Baruş jî der barê erdheja li Malatyayê da daxuyanî diyar kir erdheja navend Puturge ye li navenda bajêr jî hatiye hîskirin û got ku heta niha xebereke neyînî hilnedane.

Waliyê Malatyayê Aydin Baruş diyar kir ku ekîbên cendirme û AFADê di dewrê da ne û got ku xebat dewam dikin.

Wek mayîn erdhej li Gaziantep, Urfa û Adiyamanê jî hat hîskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE