Qaymeqamê Puturgeyê Recep Aydin ragihand ku ji ber erdheja ku bi şideta 5ê li navçeyê qewimî, heta nuha rewşeke neyênî nehatiye ragihandin û xebatên teftîşê berdewam in.
Aydin di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku li navçeyê piştî erdheja ku qewimî, ekîp demildest daketin qadê û dest bi xebatên lêkolîn û teftîşê kirin.
Aydin destnîşan kir ku heta nuha li seranserê navçeyê ti rewşeke neyênî nehatiye ragihandin û got, "Cendirme jî heman xebatê li gundan didomînin. Şikir ji Xwedê re heta nuha ji ber erdhejê rewşeke neyênî tune ye."AA