Erdheja li Meletiyê ya bi lerza 5,2yan

Wezîr Soylu: "Di saet 12.37an da li Puturgeya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû ku li gor agahiyên me ji Walîtiyê bi dest xist ji bo xisarê tu îxbar tune. Tîmên AFADê û cendirmeyên me lêgerînê didomînin"

Erdheja li Meletiyê ya bi lerza 5,2yan

Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand ku di saet 12.37an da navend Puturgeya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.

Li gor agahiya ku li ser malpera AFADê hat dayîn erdhej 7,02 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand ji ber erdheja li Puturgeya navçeya Meletiyê îxbara xisarê nehat kirin û xebat li wir dewam dikin.

Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Di saet 12.37an da li Puturgeya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû ku li gor agahiyên me ji Walîtiyê bi dest xist ji bo xisarê tu îxbar tune. Tîmên AFADê û cendirmeyên me lêgerînê didomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE