Erdheja li Îzmirê: Hejmara miriyan derket 115an

AFADê ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 115an û dermankirina 23 kesan berdewam e.

Erdheja li Îzmirê: Hejmara miriyan derket 115an

Serokatiya Rêveberiya Reşa Acîl Afetê (AFAD) a Wezareta Navxweyî ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 115an.

Li gorî daxuyaniya AFADê piştî erdheja 6,6 a ku 30ê cotmehê çêbû, 46 ji wan zêdetir ji şîdeta 4ê, bi giştî 2 hezar û 846 paşhej hatine tomarkirin.

Li gorî agahiya ku ji Navenda Kordînasyona Afet Tendirustiyê (SAKOM) hat sitendin, di erdhejê 115 kesan canê xwe ji dest da, 1034 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 1011 kes taburcî bûn û dermankirina 23 kesan berdewam e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE