Erdheja Îranê li Vanê bû sedema panîkê

Erdheja nû ya bi şîdeta 5.7ê ya ku li Xoya bajarê Azerbaycana Rojava ya eyaleta Îranê qewimî, li Vanê bû sedema panîkê.

Erdheja Îranê li Vanê bû sedema panîkê

Erdheja nû ya bi şîdeta 5.7ê ya ku li Xoya bajarê Azerbaycana Rojava ya eyaleta Îranê qewimî, li Vanê bû sedema panîkê.

Li navçeya Başkaleya ku serê sibê bi sedema erdhejê hinek xanî rûxiyabûn, bi sedema erdheja duyemîn hinek malên din rûxiyan û di hinekan de jî qelş çêbûn.

Li taxa Ozpinara ku xisar herî zêde li wêderê çêbû, welatiyan berê xwe da konên li hewşa mektebê. Ekîbên cendirmeyê jî hişyarî dan welatiyan ku nekevin malên xwe.

Welatiyên ku li pêşiya xaniyên xwe rawestabûn, piştî erdheja duyemîn heywanên xwe birin deverên ewledar.

Ekîbên Heyva Sor li hewşa mektebê şorbeya germ îkramê welatiyan kir. Ekîbên VEDAŞê piştî erdhejan ceyram lê taxê qutbû ji bo tamîratê destbikar bûn û ceyran herikandin.

Herwiha ekîbên AFADê jî pêdawistiyên erdhejan yên weke betanî û tiştên din dabîn dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE