Erdheja Îzmirê: ji ber avahiyên hilweşiyan 9 berşik li Edliyeyê ne

9 berşikên ku ji ber avahiyên di erdheja Îzmirê da hilweşiyan hatin binçavkirin li Edliyeyê ne

Erdheja Îzmirê:  ji ber avahiyên hilweşiyan 9 berşik  li Edliyeyê ne

Ji ber ku di erdheja ku 30ê cotmehê çêbû û navenda lerza wê jî li peravên Seferîhîsara navçeya Îzmirê bû da, li navçeya Bayrakliyê avahî hilweşiyan, 9 berşik hatin binçavkirin û ev berşikên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin. 

Miemeleyên Ş.A, O.A, E.Î, R.Y, M.Y, N.B, T.A, Ç.D. û H.H.Oyê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê da hatin binçavkirin, temam bûn.

Berşik piştî kontrola tenduristiyê birin edliyeyê. Hat diyarkirin, berşikan di îfadeyên xwe yên ewil da îdia kirin ku wan avahî li gorî rêziknameya serdemê çêkirin.

Muteahîdê Apartmana Yapiciogluyê Ş.A. gava birin edliyeyê, ji bo pirsa nûçegihanan a "Hûn ê tiştekî bêjin?", wekî "Ka ez çi bêjim? Kolon hatine şiqitandin." bersiv da.

- Berşikê lê digerin di unîteya nexweşên giran da ye

Ji aliyekî din eşkere bû, muteahîd M.B.U. ku ji ber Apartmana Emrahê der heqê wê da biryara binçavkirinê heye, ji erdhejê birîndar xilas bûye û di unîteya nexweşên giran da ye.

- Lêpirsîn

Der heqê avahiyên ku di erdhejê da hilweşiyan an jî xesareke mezin gihîştê da ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê lêpirsîn hatibû destpêkirin û ji bo 11 berşikan biryara binçavkirinê hatibû derxistin.

Di çarçoveya lêpirsînê da muteahîdê Apartmana Yapiciogluyê Ş.A û mesûlê fenî O.A, mesûlê fenî yê bloqên B û C yên Sîteya Cumhuriyetê E.Î, xwediyê marketa di Apartmana Yilmaz Erbekê da M.Y. û mesûlê fenî Apartmana Yilmaz Erbekê N.B, mesûlê fenî yê Apartmana Emrahê T.A, muteahîdê Apartmana Doganlarê Ç.D. û muteahîdê Apartmana Riza Beyê H.H.O. hatibûn binçavkirin.

Ji bo desteserkirina 2 berşikên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû derxistin jî xebat dabûn destpêkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE