Erdogan derbarê Lîbyayê de gotarek nivîsand

“ji bo ku li Lîbyayê aştî pêk were divê gotinên Turkiyeyê paşguh nekin"

Erdogan derbarê Lîbyayê de gotarek nivîsand

Serok Erdogan beriya civîna Lîbyayê ji bo kovara Politicoyê makaleyek nivîsî. Erdogan got; ji bo ku li Lîbyayê aştî pêk were hewce ye ku gotinên tirkiyê neyên paşguhkirin. Em nikarin qedera Lîbyayê bidin destê serkêşekî şer.

Serok Erdogan di makaleya xwe de got heta niha civaka navneteweyî di mesleya Lîbyayê de wezîfeyên xwe bi cih neanîn.

Got “Heke hikûmeta meşrû ya Lîbyayê ji wezîfeyê were girtin, ji bo Ewropayê dê pirsgirêk û gefên nû rû bidin. Divê hûn vê yekê ji bîr nekin.”

“Yekîtiya Ewropa wê bi Şerê navxweyî yê Lîbyayê helwesta xwe diyar bike.”

Heke em bibêjin, Ewropa pir nexwaze piştgiriya eskerî bide Lîbyayê, lê Turkiyeyê jî soz daye ku wê eskeran bişîne herêmê. Ji bo vê lazim e Ewropa bi Turkiyeyê re hevkariyê bike.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2020, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE