Erdogan ji Kiliçdaroglu 100 hezar lire tezmînata manewî qezenc kir

Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê ji ber gotinên xwe yên der barê Fabrîqeya Tank Paletê da yên di Civîna Koma Meclisê da hat mehkûmkirin ku 100 hezar lire tezmînata menewî bide Serok Erdogan.

Erdogan ji Kiliçdaroglu 100 hezar lire tezmînata manewî qezenc kir

Kemal KiliçdarogluSerokê Giştî yê CHPyê ji ber gotinên xwe yên der barê Fabrîqeya Tank Paletê da yên di Civîna Koma Meclisê da hat mehkûmkirin ku 100 hezar lire tezmînata menewî bide Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.

Di doza ku li Dadgeha Hiqûqa Esliyeyê ya 7emîn ya Ankarayê hat dîtin da parêzerên terefan amade bûn.

Dadger piştî beyanên parêzeran dozê qismî qebûl kir û bi hinceta êrîşa dijî mafên şexsî biryar da ku Kiliçdaroglu 100 hezar lire tezmînata menewî bide Serokomar Erdogan.

Di daxwaznameya dozê ya ku Huseyîn Aydinê parêzerê Erdogan dabû da hatibû diyarkirin Kiliçdaroglu 26ê Mijdara 2019an di Civîna Koma Meclisê ya CHPyê da di gotinên xwe yên der barê Fabrîqeya Tank Paletê da heqaret li Erdogan kiriye.

Di dozê da 250 hezar lire tezmînata manewî hatibû xwestin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE