Erdogan ji Serokwezîrên İtalya û İspanyayê ra name şand

Serok Erdogan ji Serokwezîrê İtalyayê Giuseppe Conte û Serokwezîrê İspanyayê Pedro Sanchez Perez-Castejon ra name şand.

Erdogan ji Serokwezîrên İtalya û İspanyayê ra name şand

SeroKkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokwezîrê İtalyayê Giuseppe Conte û Serokwezîrê İspanyayê Pedro Sanchez Perez-Castejon ra name şand.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn, Serok Erdogan di nameya ku ji Serokwezîrê İtalyayê Giuseppe Conte ra şand da wiha got:

"Birêz Serokwezîr, dostê min î bi qîmet,

Şewba Kovîd-19ê li hemû dinyayê tehdîda xwe ya mezin didomîne, mixabin gelek meriv di vê heyama dijwar a ku em tê da ne da dimirin. İtalyaya dost û mitefîqê me, yek ji wan welatan e ku di têkoşîna şewbê da li sefa ewil cih digre. Di rojeke ku we wek şîna neteweyî îlan kiriye da em matema we parve dikin, ez hêvî dikim ku êş û jana bi vî rengî careke din dubare neke. Ez li ser navê welat û miletê xwe ji bo welatiyên İtalyan ên ku ji ber şewbê mirin, sersaxiyê didim we.

Me wek nîşaneya dostaniyê di rojên borî da bi navbeynkariya Heyva Sor a Tirkan melzemeyên alîkariyê şandibûn İtalyayê. Em wek bersiva daxwaza we ya alîkariyê ya ku we bi navbeynkariya Navenda Kordînasyonê ya Muqabeleya Afetê ya Ewropa-Atlantîk a NATOyê (EADRCC) ragihand jî ji ser qenalên xwe yên eskerî melzemeyên din sewq dikin. Her wiha me di mijara ji welatê me îxracata melzemeyên tibî yên ku di têkoşîna dijî şewbê da hewcehiya İtalyayê pê heye hêsaniya ji destê me tê nîşan da.

Tirkiyeyê nîşan da ku dostê İtalyayê ya rojên dijwar e, di wê demekê da ku Yekîtiya Ewropayê jî di mijara alîkariyan da astengiyên cuda îmze kirin û mixabin ku em di çapemeniya İtalyayê da rastî nûçeyên bêbingeh tên ku îdia dikin dest danîne ser melzemeyên tibî û neheqî welatê me îtham dikin. Ez dixwazim her wiha bînim ziman ku em ji ber daxuyaniyên aqlê selîm ên ku meqamên İtalyayê li ser vê mijarê dan kêfxweş in.

Birêz Serokwezîr piştî axaftina me ya bi têlefonê cardin diyar dikim ku di têkoşîna we ya dijî şewbê da li ba we ne, hêvî dikim ku di rojên baş û tendurist ên wisa bawer dikim ku em ê di demeke kurt da bigihînê da dîsa bi we ra hevdîtinê bikim."

- "Em bi hemû derfêtên xwe va çi ji destê me tê dikin"

Serok Erdogan di nameya ku ji Serokwezîrê İspanyayê Pedro Sanchez Perez-Castejon ra şand da jî wiha got:

"Birêz Serokwezîr, dostê min î biqîmet,

Ez dizanim ku dost û mutefîq İspanya di nav welatên ku Kovîd-19ya ku belavî hemû dinyayê bû da tesîra herî zêde lê kir da cih digire. Ez li ser navê gel û welatê xwe sersaxiyê didim hemû gelê İspanyayê û wan kesên ku di van rojên zehmet da eqrebayên wan mirine.

Wek Tirkiye em baş dibînin ku gelê İspanyayê bi yek dilekî va li hemberî qeyranê çawa bi biryar disekine. Em dibînin ku hikûmeta we ji destpêka şewbê vir va tevdîrên baş dibîne, bi xurt û serkeftî li hemberî qeyranê têdikoşe. Ji bo van hewldanên we ez serkeftinê dixwazim. Daxwaza me ew e ku gelê İspanyaya dost di demeke kin da û bi zirareke kêm ji vê felaketê xilas bibe û dîsa vegere rojên bi refah, aram û silamet."

Di zimanê me Tirkî da gotineke pêşiyan heye ku dibêje 'Dost di roja teng da kifş dibe'. Bi vê têgihîştinê va û her wiha wekî bersiva bangewaziya NATOyê ya ji ser Navenda Hevahengiyê ya Miqabeleya Afatê ya Ewropa-Atlantîkê ra, îro em bi balafireke Hêzên me yên Asîmanî alavên alîkariya tibî dişînin welatê we.

Di demeke ku Yekîtiya Ewropayê bi xwe astengan derdixe da em zorê didin hemû derfetên xwe û di mijara îxrackirina ji welatê me ya alavên tibî yên ku pêwîstiya we pê heye da em hemû hêsankariyên ku ji destê me tê dikin.

Di têkoşîna dijî vê nexweşiya şewbê da ez ji bo şexsê we yê rêzdar û hikûmeta we serkeftinê dixwazim. Piştî derbasbûna vê serdema dijwar, wekî ku me berê jî xeberda, ji bo destnîşankirina gavên ku dê hevkariya me ya dualî xurtir bikin, ez we vedixwînim welatê me da ku em Zîrweya Navbera Hikûmetan a din saz bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE