Erdogan li ser têkiliyên "Tirk-Qirxiz"an gotar nivîsî

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Lazim e em ji bo pêkhatina ewlehiya gelên xwe dest bidin hev û li hemberî tehdîda terora kurewî (FETO) jî têkoşîna xwe bi şirîkatî bidomînin."

Erdogan li ser têkiliyên "Tirk-Qirxiz"an gotar nivîsî

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Lazim e em ji bo pêkhatina ewlehiya gelên xwe dest bidin hev û li hemberî tehdîda terora kurewî (FETO) jî têkoşîna xwe bi şirîkatî bidomînin."

Serokkomar Erdogan beriya serdana xwe ya Qirxizistanê ji bo rojnameya Erkîn Too ya ku li Qirxizistanê weşanê dike gotareke der heqê têkiliyên navbera Tirk û Qirxizan da bi sernava "Em Bi Qirxizistana Warê Bav û Kalan ra Têkiliyên Xwe yên Piralî Xurt Dikin" nivîsî.

Gotara Serokkomar Erdogan him di manşeta rojnameyê da û him jî di nav rojnameyê da bi awayekî berfireh cih girt.

Serok Erdogan di maqeleyê da serxwebûna Qirxizistanê bi bîr xist û destnîşan kir ku ji wan welatên serxwebûna Qirxizistanê ewil nas kirine yek jî Tirkiye bû û têkiliyên di navbera herdu welatan a ji hêla siyasî, aborî, eskerî û gelek qadên din da ku dest pê kirine bi awayekî xurt dewam dikin.

- "Em têkiliyên xwe bi tenê ji ser aboriyê ava nakin"

Di gotara xwe da Serokomar Erdogan diyar kir ku têkiliyên di navbera herdu welatan da bi tenê ji ser destketiyên qadên aborî û siyasî pêk nayên lewra Tirkiye qedr û qiymetê dide Qirxizistana warê bav û kalan û got ku şirîkatiyên di qadên din da hatine kirin jî nîşaneya vê rastiyê ne.

Serokkomar Erdogan bi bîr xist ku di vê serdana xwe da ewê jî beşdarî 3yemîn Lîstikên Koçeriyê yên Dinyayê ya bi mazûvaniya Qirxizistanê tê kirin bibe û got ku ji sponsorên sereke yên vê organîzasyonê yek jî Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) ye û saziyên wek Ajansa Anadoluyê (AA) TÎKA û TRT jî di organîzasyonê da cih digirin û wek hempar li vê çand û şaristaniya hevpar xwedî derdikevin.

- "FETO ji bo hemû dinyayê tehdîd e"

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di gotara xwe da destnîşan kir ku Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya piştevanê hewla derbeya bêbext a 15ê Tîrmehê bi tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo çar aliyê dinyayê tehdîd e û wiha pê da çû: "FETO jî mîna DEAŞ û yan jî PKK/YPGyê tehdîdeke kurewî ye. Lazim e em ji bo pêkhatina ewlehiya gelên xwe dest bidin hev û li hemberî tehdîda terora kurewî (FETO) jî têkoşîna xwe bi şirîkatî bidomînin."

Serokkomar Erdogan got ku deriyên Tirkiyeyê ji hemû karsazên welatan ra vekirîne û li gor rêgeza bi hev ra qezenc kirinê karsaz dikarin ji hemû avantajên Tirkiye pêşkêş dike îstifade bikin.

Serok Erdogan di gotarê da 27emîn sala damezrandina serxwebûna Qirxizistanê jî pîroz kir.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2018, 10:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE