Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê di 8ê nîsanê da ji bo vekirina Sala Çand û Turîzmê ya Tirkiye-Rûsyayê û Konseya Hevkariya Payebilind a Tirkiye-Rûsyayê biçe Moskovaya paytextê Rûsyayê.
Serokomar Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn piştî Civîna Konseya Hevkariya Payebilind a Tirkiye-Rûsyayê dê ji bo vekirina Sala Çand û Turîzmê ya Tirkiye-Rûsyayê li sehneya mezin a Şanoya Bolşoyê ya dîrokî Operaya Troyayê temaşe bikin.
Hevdîtin dê bibe hevdîtina sêyemîn a ku herdu serokan di çar mehên ewil ên sala 2019an da rû bi rû kirin.
Herdu serokan par 25 hevdîtin kirin
Serokomar Erdogan û Putîn 2018an da 7 caran rû bi rû, 18 caran jî bi têlefonê bi tevahî 25 caran hevdîtin kirin.AA