Erdogan û Trump wê li Japonyayê bên bal hev

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê li Japonyayê beşdarî Civîna G-20an a di navbera 28-29 Hezîranê da bê lidarxistin bibin û ewê li wir bên bal hevdu.

Rayedarekî payebilind ê Qesra Spî der barê bernameya Serokê Amerîkayê Trump a li Japonyayê da telekonferansek li dar xist.

Rayedar got Trump wê li Japonyayê bi serokên 8 welatan ra hevdîtinê bike ku yek ji wan jî Serokomar Erdogan e.

Rayedarê Qesra Spî got Trump wê bi Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Mîrzayê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrîson ra hevdîtinan bike.

Tê payîn Erdogan û Trump di hevdîtina xwe da mijara S-400î di serî da li ser têkiliyên herdu welatan biaxivin. 

Civîna G-20an wê Osakaya bajarê Japonyayê di navbera 28-29 Hezîranê da bê lidarxistin.AA

Dîroka nûkirinê: 25 Hezîran 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE