Cezeriya yekemîn erebeya difire ya ku ji aliyê Baykarê ve millî û taybet hat çêkirin, firên xwe yên testê yên ewil bi serkeftî temam kir.
Li gorî daxuyaniya ji Baykarê, testên firînê yên "Erebeya Difire Cezerî" di rêveberiya Rêveberê Teknîkê yê Baykarê Selçuk Bayraktar de, 11ê îlonê roja îniyê destpê kirin. Cezeriya ku di testên xwe yên pêşî de bi xelatan ve hat girêdan û firiya, şeva 14ê îlonê bi 15ê îlonê ve girêdide piştî ku fira bi xelatan serkeftî derbas bû êdî firîn bêyî xelatan çêbû.
Di testa firînê ya duyemîn de ku li Navenda Îmalatê ya SÎHA Ar-Ge ya Mîllî ya Baykarê bê xelat hat lidarxistin, "Erebeya Difire Cezerî" bi qasî 10 metroyan ji erdê bilind bû.
Cezeriya ku ji aliyê endazyarên Tirk ve hat dîzayn û îmalkirin navê xwe ji avakarê zanista sîbernetîk û robotîk, serendazyarê Qesra Artukluyê, zanyar Cezeriyê xelkê Cizîra Botan werdigire.AA