Erebistana Siûdî qada xwe ya hewayî ji bo balafirên Îsraîlê vekir

Hat gotin ku li ser vê yekê Jared Kushner ê şêwirmend û zavê Donald Trump têkilî danî û li ser vê jî Erebistana Siûdî jî ji bo balafirên Îsraîlê yên biçin Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb qada xwe ya hewayî vekir û destûr da balafirên Îsraîlê.

Erebistana Siûdî qada xwe ya hewayî ji bo balafirên Îsraîlê vekir

Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî ji bo balafirên Îsraîlê yên biçin Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb digel tunebûna têkiliyên dîplomatîk dîsa jî qada xwe ya hewayî vekir.

Di nûçeya qanala I24news a Îsraîlê da hat gotin rêveberiya Tel Avîvê ji Washingtonê xwest ku Erebistana Siûdî ji bo bikaranîna qada xwe ya hewayî bila destûrê bide balafirên Îsraîlê.

Hat gotin ku li ser vê yekê Jared Kushner ê şêwirmend û zavê Donald Trump têkilî danî û li ser vê jî Erebistana Siûdî jî ji bo balafirên Îsraîlê yên biçin Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb qada xwe ya hewayî vekir û destûr da balafirên Îsraîlê.

Bi xêra vê gavê va rêya ku balafirên saziyên Îsraîlê ji bo biçin Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji nîvî zêdetir kurt bû.

Hat gotin ku balafirên saziyên Îsraîlê bi tenê dikarin ji bo Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb qada hewayî ya Erebistana Siûdî bi kar bînin û ji bo welatên din xwedî vê destûrê nînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE