Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar êrîşên Ermenistanê yên dijî Azerbaycanê şermezar kir û got ku wê di bin dek û dolabên xwe yên dane destpêkirin da bimînin û miheqeq hesabê tiştên ku kirine bidin.
Akar di heyameke ku êrîşên Ermenistanê yên dijî artêşa Azerbaycanê di rojevê da ne li Wezareta Parastina Neteweyî bi Alîkarê Wezîrê Parastina Azerbaycanê û Fermandarê Hêzên Esmanî Ramîz Tahirov û heyeta pê ra hatin bal hev.
Di destpêka hevdîtina ku Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal jî amade bûn da axivî.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî diyar kir piştî êrîşên Ermenistanê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ra û wî jî bi Wezîrê Parastina Azerbaycanê Zakir Hasanov ra axiviye û got ku geşedanan ji nêz va teqîb dikin.
Akar der barê êrîşên Ermenistanê da got ku wê di bin dek û dolabên xwe yên dane destpêkirin da bimînin û miheqeq hesabê tiştên ku kirine bidin.
AA