"Ermenistan tevlî platforma 6 alî bibe wê di têkiliyên Turkiye-Ermenistanê da rûpeleke nû vebe"

Erdogan li ser pirsa der barê platforma 6 alî da got ku em li serê dixebitin, hewldaneke wisa ye ku derfet û îmkana qezenckirinê dide her kesî û wiha pê da çû: "Hewldana platforma 6 alî, heger Ermenistan tevlî vê pêvajoyê bibe û gavên erênî biavêje wê di têkiliyên Turkiye-Ermenistanê da rûpeleke nû vebe."

"Ermenistan tevlî platforma 6 alî bibe wê di têkiliyên Turkiye-Ermenistanê da rûpeleke nû vebe"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê hewldana platforma 6 alî da wiha got: "Heger Ermenistan tevlî vê pêvajoyê bibe û gavên erênî biavêje wê di têkiliyên Turkiye-Ermenistanê da rûpeleke nû vebe."

Erdogan di serdana xwe ya li Azerbeycanê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi Serkeftina Qerebaxê di dîroka Qefqasan da rûpele nû vebû û got ku bawer dikim ku dîroka herêmê wê ber bi îstiqameteke nû va here.

Erdogan li ser pirsa der barê platforma 6 alî da got ku em li serê dixebitin, hewldaneke wisa ye ku derfet û îmkana qezenckirinê dide her kesî û wiha pê da çû: "Hewldana platforma 6 alî, heger Ermenistan tevlî vê pêvajoyê bibe û gavên erênî biavêje wê di têkiliyên Turkiye-Ermenistanê da rûpeleke nû vebe."

Serokomar Erdogan destnîşan kir birêz Îlham Eliyevê Serokomarê Azerbeycanê bi helwesta xwe hesabên Emmanule Macronê Serokomarê Fransayê serobino kir û wiha got: "Belkî jî Macron dawî li têkiliyên Azerbeycan-Fransayê anî. Ev ecemîtiya siyasî ye."

Erdogan diyar kir Amerîkayê Turkiye bi bûyereke mîna CAATSAyê ra rû bi rû hişt ku ev dijî şirîkekî girîng yê di nav NATOyê da bêsiyanetiyeke mezin e.

Serokomar Erdogan der barê têkiliyên Turkiye û Amerîkayê da wiha axivî: "Li Amerîkayê piştî rêvebirî guherî em ê rewşê hê baştir bibînin. Loma jî em ê jî sebir bikin û bibînin."

Erdogan li ser pirsa der barê îdiaya Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê da ku tê guhdarîkirin wiha got: "Kê li ku derê û çawa tu guhdarî kirî? Ji darazê ra beh bike. Çi hewce be wê bê kirin."

Serokomar Erdogan ji bona aşiya Kovîd-19ê gotku gava dest pê bike înşellah ez ê jî aşî bibim.

Erdogan li ser pirsa der heqê Qanûna Parastina Heywanan da jî wiha axivî: "Xebat didomin. Niha em paşva gav navêjin. Îhtimaleke mezin wê piştî budçeyê derkeve."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE