Esker jî piştgiriyê didin xebatên vemirandina şewata li Geliyê Munzurê

Xebatên midaxeleya ji erd û asîman a şewata ku du roj berê li Newala Firtina Velî ya li parqa neteweyî dest pê kir, bênavber didomin.

Esker jî piştgiriyê didin xebatên vemirandina şewata li Geliyê Munzurê

Li Ovacixa navçeya Tunceliyê esker jî di xebatên vemirandina şewata li Parqa Neteweyî ya Geliyê Muzurê da beşdar in.

Xebatên midaxeleya ji erd û asîman a şewata ku du roj berê li Newala Firtina Velî ya li parqa neteweyî dest pê kir, bênavber didomin.

Di xebatên ku bi kordîneya Walîtiyê tên meşandin da 2 helîkopter, 2 arazoz, 4 wesayîtên midaxeleya ewil, 5 makîneyên şixul û gelek wesayîtên îtfaiyeyê tên emilandin.

Li herêma şewatê ya ku bi qasî 100 kesî di xebatên vemirandinê da beşdar in, ji xeynî ekîbên AFAD û UMKEyê, tîmên tevgera taybet ên cendirmeyê jî alîkariyê dikin.

Hin welatî jî bi awayekî xwebexş ava vexwarinê bo ekîbên ku li herêmê di xebata vemirandina şewatê da beşdar in, dibin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE