Eskerê ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê di êrîşa hêzên rejima Esed da birîndar bibû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanlıyê ya ku lê dihat tedawîkirin, şehîd bû.
Eskerê bipeyman ê li herêma Herekata Mertalê Biharê duh di êrîşa hêzên rejima Esed da birîndar bibû, li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilîtî.
Walîtiya Gaziantepê di daxuyaniya xwe da wiha got: "Ewladê welatê me, hemşehriyê me, li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ji ber êrîşa ku hat kirin şehîd bû. Rehma Xwedê li şehîdê me be, serê malbata wî sax be."
AA