Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 3 Filistînî birîndar kirin

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan komeke Filistîniyên li dijî plana îlhaqê ya Îsraîlê ne ji bo bertek nîşan bidin di kuçeyên Ramallahê da meşiyan.

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 3 Filistînî birîndar kirin

Eskerên Îsraîlê nêzî cihekî kontrolê ya li ser Şerîeya Rojavaya dagir kirine 3 Filistînî bi guleyên plastîk birîndar kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan komeke Filistîniyên li dijî plana îlhaqê ya Îsraîlê ne ji bo bertek nîşan bidin di kuçeyên Ramallahê da meşiyan.

Koma dimeşiya hat Beît Ela cihê kontrolê û eskerên Îsraîlê li wê derê xaza rondikrêj û guleyên plastîk bi ser Filistîniyan da wer kirin.

Di bûyerê da 3 Filistîniyên guleyên plastîk li wan ket birîndar bûn.

Ji ber plana îlhaqê ya Îsraîlê welatiyên Filistînî li Şerîeya Rojava pirî caran çalakiyan li dar dixin û bertekê nîşanî biryara Îsraîlê didin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE