Esnaf bi alîkariya hikûmetê kêfxweş bûn

Tevdîrên ku di çarçoveya şewba koronayê de hatin girtin herî zêde bandora xwe ya neyînî li esnafan kir.

Esnaf bi alîkariya hikûmetê kêfxweş bûn

Esnafên ku ji ber pandemiyê wek aborî di zehmetiyê de ne, wê bi desteka hikûmetê barê wan sivik bibe.

Serok Recep Tayyip Erdogan mizgînî da esnafên mexdûr û got: “em ê 4 milyar û 622 milyon lîre hîbe bidin esnaf û sineatkarên xwe.”

Tevdîrên ku di çarçoveya şewba koronayê de hatin girtin herî zêde bandora xwe ya neyînî li esnafan kir.

Lewra ji bo vîrûs belav nebe hê jî hinek kargeh girtîne.

Ji bo mexdûriyeta esnafan sivik bibe hikûmet alîkariyên xwe yên aboriyê didomîne.

Serok Recep Tayyip Erdogan mizgînî da esnafan.

Erdogan ragihand ku dê wek du beşan 4 milyar û 622 milyon lîre destekê bidin esnafan.

di beşa yekem de wê wek 5 hezar lîre hîbe bê dayîn 235 hezar esnafên mîna; Qehwexane, eywanên dawetan, qantîn, serwîsê dibistanan, hemam û înternet kafeyan.

Wê di desteka beşa duyem de jî li esnafên mîna; temîrat, kaporta, berber, sifirkarî, mifteçêker, terzî, loqente û pastaxaneyan 3 hezar lîre hîbe were belavkirin.

Esnaf bi alîkariya hikûmetê kêfxweş bûn û gotin heqê me xweş û helal be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE