Esnafên li Cibiltepeyê ji sezona vê salê razî ne

Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê vê zivistanê nêzî 500 hezar kesî ezimand.

Esnafên li Cibiltepeyê ji sezona vê salê razî ne

Li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ku ser Sariqamişa navçeya Qersê ye heyama kaşûnê qediya û esnafên li wê derê ji sezona vê salê razî man.

Her sal li hundir û derveyê welêt bi sedan hezkirên kaşûnê tên Cibiltepeya ku bi sirûşt û xweşiya xwe balê dikişîne.

Navenda ku bi daristanên darçamê, berfa krîstal, pîstên dirêj û 2 hezar û 634 raqimê va navdar e ji navenda bajêr 54 û ji navenda Sariqmişê jî 2 kîlometre dûr e.

Navenda kaşûnê ji ber pîstên bo snowboardê hatine amadekirin bala kesên ji kelecaniyê hez dikin dikişîne lê heyam vê dawiya heftê bi dawî bû.

Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê tevlî otêl û apartên xwedî 2 hezar û 830 nivînî ne di vê heyamê da nêzî 500 hezar kesî ezimandin.

- "Ji Îran, Azerbeycan û Rûsyayê mêvan tên"

Omer Taşê midûrê otêleke li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan sezona bê pirsgirêk xilas kir û wiha domand: "Li gor sezonên par pêrar, îsal berf zêdetir barî û eleqeyeke zêde hebû. Ji çar aliyê welatê me û bi taybetî jî ji Îran, Azerbeycan û Rûsyayê mêvan hebûn. Bêyî pirsgirêk me heyam xilas kir û mêvanên xwe verê kir. Ji bo sala pêş me ji niha va em bi kelecan in."

Esnafên li navenda kaşûnê ku ev du sale ji ber şewba Kovîd-19ê kar û barê wan baş nediçû serî ji ber ezimandina nêzî 500 hezar kesî û berfa zêde barî ji heyama îsal razî man.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE