Ev 20 sal in aşvaniyê dike

Li ser riya Muş û Bitlisê hêj bi rê û rêbazên berê genimê xelkê dihêrîne

Ev 20 sal in aşvaniyê dike

Ercan Korkmazê ku li mûşê aşvaniyê dike hêj jî bi teknolojiya berê genimê xelkê dihêrîne û dike arvan. Korkmaz dibêje; wê ji ber teknolojiyê karê me di demeke nêz de winda bibe û biçe.

Ev 20 sal in li ser riya Bilîsê aşvaniyê dike.

Ercan Korkmazê Mûşî bi salan e bi rê û rêbazên berê genimê xelkê dihêrîne û dike arvan.

Lê teknolojî û pîşesaziyê derbeke giran li karê wî xistiye. Dibêje mişteriyên min roj bi roj kêm dibin.

Korkmaz dibêje; “Karê me gelek kêm bûye, lê kêm be jî hêj mişteriyên wî hene.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE