Ev 6 sal in ji bo tedawiya zarokên xwe dixebitin

Malbata neçar,ji bo tedawiya zarokên xwe li benda alîkariyê ye...

Ev 6 sal in ji bo tedawiya zarokên xwe dixebitin

Ev 6 sal in ji bo tedawiya zarokên xwe nexweşxane nexweşxane digerin. Malbata Abay ku li Batmanê dijî, ji bo 2 zarokên xwe yên ku bi nexweşiya mêjîkokê ketine, bi şev û roj dixebitin. malbat, ji bo tedaviya vê nexweşiya giran, ji Serok Recep Tayyip Erdoğan û Wezareta Tenduristiyê alîkariyê dixwaze.

Emîrcan 10, Ahmet 4 salî ye.

Herdu birayên ku li Batmanê dijîn bi nexweşiya “Helandina Mêjîkokê” ketine û roj bi roj rewşa wan xedar dibe.

Nexweşiya ku pê ketine, nexweşiyeke nadir e û tedawiya wê jî gelek giran e.

Malbata zarokan, ji bo tedawiya vê nexweşiya xedar, ev 6 sal in nexweşxane nexweşxane digere.

Malbat ji bo tedawiya zarokan û kirîna dermanan ji dewletê piştgiriyê dixwaze. Lewra îlacên vê nexweşiyê pir giran in.”

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE