"Ev bendav bi temamî berhema endezyarên me ye"

Serok Erdoğan bi vîdeo konferansê beşdarî merasîma hîmdanîna Bendava Yusufeliyê bû.

"Ev bendav bi temamî berhema endezyarên me ye"

Serok Recep Tayyip Erdoğan got em ji berê zêdetir ji bo tirkiyeke bihêz û mezin biryardar in. Serok behsa yekîtî û bihevrebûnê kir û got “tu astengî nikare me ji riya me vegerîne.”

Serok Erdoğan bi vîdeo konferansê beşdarî merasîma hîmdanîna Bendava Yusufeliyê bû.

Serok Erdoğan: Ji bo ku bigihîjin armanca Tirkiyeke mezin û bihêz ji duh zêdetir biryardar in.

Û diyar kir di derfirotin, bazirganî û tûrîzmê de wê geşedanên bihêztir pêk bên.

Serok Erdoğan: Çerxên aboriyê êdî digerin. Ji ber şewbê hinek zirarê me bû. Em ê him zirarên xwe telafî bikin, him jî ber bi hedefên xwe yên mezin ve biçin.

Serok Erdoğan bi vîdeo konferansê beşdarî merasîma hîmdanîna Bendava Yusufeliyê bû.

Erdoğan derbarê xebatên şewbê de axivî û careke din bal kişand ser “Mezinahiya dewletê.”

Serok Erdoğan: Tirkiye di dema şewbê de bi binesazî, teknolojî, çandinî, bazirganî û binesaziya xwe ya xizmetê, mezinbûna xwe nîşanî hemû dinyayê da. Her wiha Tirkiye bi helwesta xwe ya mirovî jî ji hemû dinyayê re bû mînak. Her tim dê wisa be. Heta em xwedî li yekîtî, biratî û pevrebûna xwe derkevin wê tu kes nikaribe li ber me bibe asteng û me ji riya me bike.

Erdoğan got,”Me kir ku li welêt di şûna siyaseta şer, siyaseta berhaman derkeve pêş.”

Rexne li muxalefetê kir.

Serok Erdoğan: Haya hin kesan ji veguherîna mezin tune û hêj jî di şûna siyaseta xizmet, berhem û projeyan de ji bo xwe nirxên gelê me îstismar dikin. Em tenê bi halên wan dikenin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE