"Ev biryar bi eşkereyî binpêkirina hiqûqê ye"

Wezareta Karên Derva: Belçika di mijara serdestiya hiqûqê da hewl dide dersê bide Türkiyeyê, lê bi sedemên îdeolojîk rêxistineke terorê bi vê biryarê va paqij nîşan dide ku ev jî îbret e.

"Ev biryar bi eşkereyî binpêkirina hiqûqê ye"

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî biryara Mehkemeya Bilind a Belçikayê ya nehîşt ku "Doza Arîadnayê" ya li Belçikayê dewam dike û Türkiye jî mudaxilê vê dozê ye here darazê da û got "Ev biryar bi eşkereyî binpêkirina hiqûqê ye."

Di daxuyaniyê da hat gotin Dozgeriya Federal di sala 2010an da der barê 36 kes û saziyan da ji ber ku eleqeya wan bi PKKya rêxistina terorê heye lêpirsîn da destpêkirin, lê rayedarên Dozgeriya Federal a Belçikayê eşkere kirin Mehkemeya Bilind a Belçikayê biryara Odeya Îdianameya Belçikayê qebûl kiriye ku ev doz neçe darazê.

- "Ev biryar bi eşkere binpêkirina hiqûqê ye"

Wezaretê bertek nîşanê vê biryarê da û wiha daxuyand: "Ev biryar bi eşkere binpêkirina hiqûqê ye. Belçika di mijara serdestiya hiqûqê da hewl dide dersê bide Türkiyeyê, lê bi sedemên îdeolojîk rêxistineke terorê bi vê biryarê va paqij nîşan dide ku ev jî îbret e."

Hat gotin Belçika bi vê biryarê va piştgiriyê dide PKKya rêxistina terorê û dibêje bila ew li welatê min kesî nekuje, lê welatên din kî dikuje bila bikuje ku ev jî durûtî ye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ev biryara Belçikayê dijî mewzuata Yekîtiya Ewropayê, biryarên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî û qanûna navneteweyî ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em bendê ne hikûmeta Belçikayê vê biryara xwe ya xirab û nakokî tê da heye bilez rast bike û têkoşîna xwe ya dijî PKKya rêxistina terorê zêdetir bike û bidomîne."

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE