"Ev biryara hetîketî bi temamî derehiqûqî ye"

Wezîr Soylu rexne li biryara Yûnanistanê ya derbarê serlêdanên penaberiyê girt.

"Ev biryara hetîketî bi temamî derehiqûqî ye"

Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman soylu destnîşan kir ku Yûnanistanê ragihandiye ewê heta mehekê serlêdanên penaberiyê qebûl neke û got, "Ev biryara hetîketî bi temamî derehiqûqî ye."

Wezîr Soylu di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de rexne li birayara negirtina serlêdanên nû yên îltîcayê ya Yûnaistanê girt.

Soylu di parvekirina xwe de wiha got:

Yûnanistanê ragihand ku ewê heta mehekê serlêdanên penaberiyê qebûl neke. Li gorî daxuyaniya îro ya Komîsertiya Bilind a Penaberan a NYê, ne li gorî Peymana Genevayê ya 1951ê û ne jî li gor hiqûqa penaberiyê ya NYê biryareke wisa nabê bê dayîn. Ev biryara hetîketî bi temamî derehiqûqî ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE