Gundê Boğazê ya girêdayî Mûşê ev 70 sal e ku li ser xeritê wek fermî xûya nake. Niştecihên “gundê tinne” Boğazê dixwaz in gundê wan wek fermî bê naskirin û xizmet bên kirin.
Ev der gundê Boğazê ya girêdayê Mûşê ye…. Ev gund tam 70 sal e heye.
Li gund 22 xanî û 150 kes hene… Li gund, dibistan, xwendekar, mamoste, mizgeft, û mele hene.
Lê ji ber ku li ser xerîtê tune ye, wek gundê tinneyê tê nasîn. Ji ber vê yekê xizmet jî li gund nayên kirin.
Niştecihên gund dixwazin gund wek fermî bê naskirin.