"ev him projeyeke herêmî û him jî projeya aştiyê ye"

Serok Erdogan di merasîma vekirina TANAPê de axivî.

"ev him projeyeke herêmî û him jî projeya aştiyê ye"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Îpsalayê li Îstasyona MS4 TANAPê di Merasima Vekirina Girêdana Ewropayê ya TANAPê da axivî û got ku TANAP nîşaneya vîzyona aştiyane ya welatê me ye.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku him ji bona welatê me û him jî ji bona herêma me em dibin şahidê geşedaneke dîrokî û wiha dewam kir: "Bi taybetî divê ez bibêjim ku ev him projeyeke herêmî û him jî projeya aştiyê ye."

Erdogan destnîşan kir beriya her tiştî ev proje nîşaneya dostaniya qedîm ya di navbera welatên me (Tirkiye-Azerbaycan) da ye û wiha got: "TANAP perçeyekî girîng yê korîdora vejenê ye ku ji Azerbaycanê digihêje Ewropayê û dirêjiya wê 3 hezar û 500 kîlomêtroqere ye."

Serokomar Erdogan diyar kir ji sala 2012an vir va bo ku projeya TANAPê di demeke kurt da biçe serî gelek hewl dane û wiha axivî: "Li hundir û derva bi taybetî jî digel ewqas belayên borî, rageşiya herêmî û heta şer û pevçûnên bûn sedema bêîstiqrariyê me projeya TANAPê awayê ku plan kiribû, pêşva bir."

Erdogan got ku bi xêra TANAPê Tirkiye û Ewropa ji 16 milyar mêtrokup xaza sirûştî ya Azerbeycanê îstifade dike û ev xewn bû demekê, lêbelê îro êdî rastî ye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir kesên ku dilopeke petrolê ji xwîna mirovan, ji canê însanan girîngtir dibînin, bizanin ku wê zîhniyetê tu hizûr û aştî neaniye dinyayê.

Erdogan balê kişand ser rewşa li Behra Spî û wiha got: "Bila bikin qêrîn... Bila dengên xwe bilind bikin, em wan keştiyan ji wir paşva nakişînin. Welatê me dê destûrê nede ku ne hiqûqên wê û ne jî berjewendiyên Tirkên Qibrîsê bên binpêkirin. Kesê ku gavek ber bi me va biavêje em baz didin cem wî. Îro jî sibê jî em ê heman xweşniyetiyê bidomînin. Em ne ji heqên xwe dev berdidin, ne jî heqê Tirkên Qibrisê didin xwarin û ne jî tiştê ku para me nîne dixwazin."

Serokomar Erdogan diyar kir di mijara parvekirina çavkaniya hîdrokarbona li Behra Sipî ya Rojhilat da hin kes radibin di dewsa parvekirina bi heqaniyet da tevliheviyê çêdikin û wiha peyivî: "Dema firsenda parvekirina heqane hebe radibin serî li tehdîd û şantajê dixin. Ya rastî tu welatek li ser hiqûqa navneteweyî ra nîne."

Erdogan der barê peymana bi Libyayê ra wiha axivî: "Pengavên vê peymanê yên din eynî wê bikevine rewacê. Ji sondajên me pevçûn û xwîn dernakeve, ji wan wê aştî û hizûr derkeve."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE