"Ev kirina Yewnanistanê, perçeyek ji polîtîkaya asîmîlasyon û zextê ye"

Ji Wezareta Karên Derva li dijî Yewnanistana ku dibistanên seretayî yên kêmneteweya Tirk a li Trakyaya Rojava girtin bertek.

"Ev kirina Yewnanistanê, perçeyek ji polîtîkaya asîmîlasyon û zextê ye"

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hami Aksoy, bangî Yewnanistanê kir ku dawiyê li wê polîtîkaya xwe bîne ku bi hincetên cuda mafên perwerdeya zarokên kêmneteweyan binpê dike ku ev yek dijî hukmên Peymana Aştiyê Lozanê ye û her wiha van dibistanên navborî cardin veke.

Berdevk Aksoy, ji bo pirsa li ser polîtîkaya Yewnanistanê ya bi awayekî sîstematîk girtina dibistanên seretayî yên kêmneteweya Tirk a li Trakyaya Rojava, bersiva nivîskî da.

Aksoy bal kişand ku Yewnanistan di 25 salên dawîn da fealiyeta dibistanên seretayî yên kêmneteweya Tirk a li Trakyaya Rojava bi hincetên cuda yên wekî tedbîrên teserufê û kêmbûna hejmara xwendekaran va bi awayekî sîstematîk û bi rêbaza "rawestandina berwext" dide sekinandin ku nimûneya vê ya dawîn jî ew e ku 8 dibistanên seretayî yên kêmneteweyê hatin girtin.

Aksoy diyar kir ku bi vê biryarê va hejmara dibistanên seretayî yên Tirk ku 25 sal berê 231 bû, berjêrî 115an bû û wiha dewam kir:

"Ev kirina Yewnanistanê, perçeyek ji polîtîkaya asîmîlasyon û zextê ye ku li dijî kêmneteweya Tirk a li Trakyaya Rojava tê meşandin. Yekîtiya Ewropayê jî binpêkirina bi awayekî sîstematîk a mafên mirovan a li welatekî endamê xwe, bi tenê temaşe dike. Em bangî Yewnanistanê dikin ku dawiyê li wê polîtîkaya xwe bîne ku bi hincetên cuda mafên perwerdeya zarokên kêmneteweyan binpê dike ku ev yek dijî hukmên Peymana Aştiyê Lozanê ye û her wiha van dibistanên navborî cardin veke."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE