Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Tifaqa ku pisûleya wê milet nebe, tifaqa pifikê ye. Ev milet wê di 31 adarê da vê tifaqa pifikê ku bendê wê di destê Qendîlê da ye û Pensîlvanya pif dikê, têk bibe."
Gul tevî hin parlamenterên AK Partî û MHPyê beşdarî vekirina Navenda Kordînasyona Hilbijartinê ya Gazîentabê ya MHPyê bû.
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir tifaqa ku pisûleya wê milet nebe, tifaqa pifikê ye û wiha got: "Ev milet wê di 31 adarê da vê tifaqa pifikê ku bendê wê di destê Qendîlê da ye û Pensîlvanya pif dikê, têk bibe."
Abdulhamît Gul der barê operasyona li ser rojhilatê Feratê da wiha peyivî: "Komara Tirkiyeyê ew ê tu carê destûrê nede ku li başûrê wê korîdora terorê were vekirin. Me bi hemû îmkan û saziyên xwe ra amadehiyên xwe kirin.