"Ev navend dê bibe dilê Balafira me ya Muharîb a Neteweyî"

Erdogan di Merasima Vekirina bi Komî ya Teknolojiyên Neteweyî û Veberhênanên Nû" de axivî.

"Ev navend dê bibe dilê Balafira me ya Muharîb a Neteweyî"

Serokomar Recep Tayyîp Erdohgan got, "Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê e ne."

Erdogan di Merasima Vekirina bi Komî ya Teknolojiyên Neteweyî û Veberhênanên Nû" de axivî.

Serokomar Erdogan derbarê pergala Parastina Asîmanî de got, "Weke nuha me HÎSAR çêkirin, di nêzîk de emê SÎPERê û jê wêdetir jî biqedînin. Budceya projeyên pîşesaziya parastinê ji 5,5 milyar dolarî derket 75 milyar dolarî, cîroya salane ya sektorê ji milyarek dolar derket 10 milyar dolarî."

Erdogan wiha got, "Di berhemanîna ÎHA, SÎHA û TÎHAyan de êdî em di nava 3 welatên pêşî yên cîhanê e ne. Her çi warê teknolojiyê ku di pîşesaziya parastinê de pêwîst e em tê de bin hebe, em di heman de hene."

Serokomar Erdogan bal kişand ser Balafira Muharîb a Neteweyî û got, "Balafira me ya Muharîb a Neteweyî înşallah dê di sala 2023yan de emê ji hangarê derxînin û nîşanî dinyayê bidin."

Erdogan ji bo Nevenda Endazeyê ya Balafira me ya Muharîb a Neteweyî got, "Ev navend dê bibe dilê Balafira me ya Muharîb a Neteweyî. Balafira me ya Muharîb a Neteweyî ku dê sala 2025an firîna xwe ya yekem bike, sala 2029an jî weke hêza lêdanê ya Hêzên me yên Asîmanî cihê xwe di asîmanan de bigire."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE